Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 03:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Balyoza Amerîkayê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê axivîn
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Balyoza Amerîkayê li Iraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz dike, herwesa her du alî danûstandinan li ser pêdivîtiya hinardekirina petrolê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro Sêşema 29.10.2024 pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kir.

Mijara serekî ya danûstandinan girêdayî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û encamên wê bû. Balyoza Amerîkayê li Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û amaje da ku, ew pirose bi awayekî birêkûpêk û di rewşeke asayî û aştiyane de bi rê ve çû û rêjeya tevlîbûnê jî bilind bû.

Herdu alî li ser giringiya destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû û hevfêmkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di wî warî de hevnerîn bûn.

Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser bizavên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên di rêya piroseya hinardekirinê de hatin kirin.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact