Hewlêr-KDP.info- Balyoza Amerîkayê li Iraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz dike, herwesa her du alî danûstandinan li ser pêdivîtiya hinardekirina petrolê dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro Sêşema 29.10.2024 pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kir.
Mijara serekî ya danûstandinan girêdayî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û encamên wê bû. Balyoza Amerîkayê li Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û amaje da ku, ew pirose bi awayekî birêkûpêk û di rewşeke asayî û aştiyane de bi rê ve çû û rêjeya tevlîbûnê jî bilind bû.
Herdu alî li ser giringiya destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû û hevfêmkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di wî warî de hevnerîn bûn.
Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser bizavên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên di rêya piroseya hinardekirinê de hatin kirin.