Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 10 MAR 2026 13:37 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berdevkê PDKê daxuyaniyek belav kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Berdevkê PDKê wiha ye:

“Derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de, piştî ragihandina encamên hilbijartinên Kerkûkê, têbîniya me hebûn ku ew encam îradeya rastîn a xelkê Kerkûkê nîşan nade. Lê ji ber berjewendiya giştî ya xelkê Kerkûkê û bi berçavgirtina rewşa bajêr û hemû proseya siyasî, me çavên xwe girtin. Lê ji wê demê ve heta niha, gelek hewl hatine dayîn ku li Kerkûkê bigihin çareseriyeke guncayî, ji ber ku rewşa Kerkûkê rewşeke awarte ye û divê çareserî jî çareseriyeke awarte be ku xizmeta vejîn, aramî û xweşguzariya xelkê bajêr bike.

Di dirêjahiya wan hewlên ligel aliyên Ereb û Tirkmen ku hatine kirin. Di civîna dawî ya roja 04.08.2024an ligel Serok Barzanî ku bi amadebûna hemû nûnerên Ereb û Tirkmenan pêk hat, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku çareserî li ser rêzgirtin ji mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê û di çarçoveya lihevkirina niştimanî de be û hemû alî li ser wê hevbîr bûn ku ezmûnên berê dubare nebin û nerîna cenabê Serok Barzanî jî ew bû ku parêzgarekî Kurd û bêalî were destnîşankirin, ku ji aliyê hemû partiyên serketî ve bê pejirandin.

Di berdewamiya gotûbêjan de li ser wê yekê lihevkirin hate kirin ku Parêzgarê Kerkûkê sê alî be. Her aliyek daxwaz dikir ku yekem car parêzgar ji pêkhateya wan be, lê cenabe Serok jî tekez kir ku pêwîst e yekem kert parêzgar Kurd be. Serok Barzanî herwiha daxwaz ji wan kir ku eger ne razî ne bi mercê ku cara yekem parêzgar kurdekî bêalî be, dikarin biçin ligel YNKê rêkeftinê bikin. Lê wan hemûyan red kir ku bi YNKê re li ser destnîşankirina parêzgar li hev bikin. Piştre çend civînên din jî hatin kirin. Tevî ku hejmara yasayî ji bo destnîşankirina parêzgar hertim temam bû, lê rola hewldan û navbeynkariya birêz Sûdanî hat berçavgirtin, ji ber ku doz di destê wî de bû û wî hewlên mezin dabûn bo komkirina aliyan û gihîştina çareseriyeke guncayî ji bo Kerkûkê.

Tiştê ku roja 10ê Tebaxê li hotêla Reşîd a Bexdayê ji bo destnîşankirina Parêzgar û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê hatiye kirin, bêyî agahdarkirina hemû aliyan û nebûna nûnerên Tirkmen, hinek Ereb û PDKê bûye, ji ber wê jî ne yasayî ye, kêşe heye û ne dirust e. Tiştê hatî kirin ne çareseriyeke guncayî ye ji bo derbaskirina kêşeyên Kerkûkê.

Çareserkirin û nehîştina kêşeyên wî bajarî û dermankirina êş û azarên xelkê Kerkûkê bi muzayede, hest û lîstikên siyasî nayê kirin. Çareserî ne yekdestdarî û ne hewla perawîzxistina aliyan e û divê her kes bi niyazpakî û ji bo xizmetkirina xelkê beşdarî birêvebirina Kerkûkê bibe.

Mehmûd Mihemed

Berdevkê PDKê

12.08.2024”




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

SUNDAY, 08 MARCH 2026 16:03:09

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) , Serok Barzanî li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek ji raya giştî re belav kir.

Serok Barzanî: Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:05

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ,Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:03

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokê Herêmê û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 22:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan wergirt.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 21:03:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact