Hewlêr-KDP.info: Îro Çarşemî 01.10.2025 ê sibehê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya birêz Metran Antonî, berpirsê peywendiyên derve û hejmarek ji kesayetiyên olî yên dêrê kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 26ê Tîrmehê , Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya bidawîhatina erkê wî yê dîplomatîk, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Steve Bittner kir.
Hewlêr-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn pêşwaziya civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.
Qamişlo-KDP.info- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, “Îro bi ketina Beşar Esed, destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûriyê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, ji ber ku peymana Şingalê heya niha nehatiye cîbicîkirin rewşa Şingalê pir giran bûye û pêwîst e civaka navdewletî û Hikûmeta Iraqê di wê mijarê de hevkar bin, da ku Êzîdî vegerin cih û warên xwe.
Bexda-KDP.info– Berpirsekî serbazî ragihand, paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê hîn li nava Iraqê mane û metirsî ne li ser aramiya Iraqê.
Duhok-KDP.info- Îro 48 sal bi ser destpêkirina Şoreşa Gulanê re derbas dibe û pêşmergeyên herdu şoreşên Îlon û Gulanê jî dibêjin ku ev şoreş ji bo gelê Kurd gelekî girîng bû, ku Kurd careke din rabûn û hêvî dîsa li Kurdan vegeriya. Herwiha tekez dikin ku destkeftên niha ji berhema şoreşên Îlon û Gulanê ne.
Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 06.05.2024 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Komîteya Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî ya Parlamentoya Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Dihokê piştî bûyera şewatê serdana bazarê Çelê kir û got: “Em ê bi roj û şev kar bikin bo bazarê vegerînin rewşa wê ya asayî. Da zanîn jî: “Li gorî agahiyên destpêkê, 20 komgeh şewitîne.”
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Amerîkayê kir û li gel balyoz û karmendên balyozxaneyê civiya.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew her dixwaze ciwanên Kurdistanê pişta xwe bi xwe û bi şiyanên xwe ve girê bidin û ew jî wek hikûmet piştevanê wan dibin.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrê û şanda pê re serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ji bo ku sersaxiyê lê bike li ser koça dawî ya birayê wî Dilovan Îdrîs Barzanî.
Kerkûk-KDP.info- Îro serê sibehê Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî êrişeke DAIŞê li sînorê Kerkûkê têk birin û 3 tankên wan terorîstan şikandin.