Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 05:42 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Emê her piştevan û parêzvanên maf û daxwazên Êzidiyan bin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekê Cejna Cemayê li xwişk û birayên Êzidî pîroz kir.

Naveroka peyamê:

“Ez bi germî û pir bi dil Cejna Cemayê li tevahiya xûşk û birayên me yên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û li her cihekê cîhanê bin, pîroz dikim. Hêviya cejneke tena û aram ji bo hemûyan dixwazim, hêvîdarim ev cejne û hemû cejn û bîrhatinên wan, hertim bi xêr û xweşî vegerin.

Em careke din welatiyên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku, wek hertim, dê her piştevan û parêzvanên maf û daxwazên wan bin, herwiha ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî Herêma Kurdistanê dê her welatê pêkvejiyana aştiyane be.

Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.10.2024”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact