Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekê Cejna Cemayê li xwişk û birayên Êzidî pîroz kir.
Naveroka peyamê:
“Ez bi germî û pir bi dil Cejna Cemayê li tevahiya xûşk û birayên me yên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û li her cihekê cîhanê bin, pîroz dikim. Hêviya cejneke tena û aram ji bo hemûyan dixwazim, hêvîdarim ev cejne û hemû cejn û bîrhatinên wan, hertim bi xêr û xweşî vegerin.
Em careke din welatiyên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku, wek hertim, dê her piştevan û parêzvanên maf û daxwazên wan bin, herwiha ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî Herêma Kurdistanê dê her welatê pêkvejiyana aştiyane be.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.10.2024”