Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 10 SEP 2024 23:12 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Austuryayê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro Şemiya 03.08.2024 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Andrea Nasî Balyozê Austuryayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinekê de herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Awusturyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran da kirin. Her wiha behsa serdana vê dawiyê ya Serok Nêçîrvan Barzanî bo Viyanayê û hevdîtinên wî bi Serok û Wezîrê Derve yê Austuryayê ra kirin.

Li ser rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên li navçeyê û mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Balyoza Kanadayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

TUESDAY, 10 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Kanadayê li Îraqê kir û di wê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotbêjkirin.

 
Mesrûr Barzanî û Balyoza Amerîkayê li ser hilbijartinên Kurdistanê axivîn

MONDAY, 09 SEPTEMBER 2024 23:09:19

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike û pê re tekez dike, “Divê hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û bi awayekî pakij û zelal bên kirin.”

 
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê: Me ligel Bexdayê li ser pirsa mûçe li hev kir

MONDAY, 09 SEPTEMBER 2024 22:09:04

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wan bi Bexdayê re li ser çend mijaran lihev kirin, di nav de jî pirsa bûdce.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda Hikûmeta Iraqê kir

MONDAY, 09 SEPTEMBER 2024 21:09:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Hikûmeta Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez kir ku xebata gelê Kurdistanê ji bo çespandina hevbeşî û mafên wan e û nabe li şûna rêzgirtina li daxwaziyên gelê Kurdistanê û qerebûya enfal û kîmyabaranan, hewla wê yekê were dan ku dozeke dîrokî û xebat û qurbanîdana bêhejmara Kurdistanê di mijara mûçeyê de were biçûkkirin yan jî hewla ji hev veqetandina Herêma Kurdistanê bê dayîn.

 
Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP29) hat vexwandin

MONDAY, 09 SEPTEMBER 2024 21:09:37

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Komara Azerbaycanê li Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vexwand Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê (COP29).

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact