Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro Şemiya 03.08.2024 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Andrea Nasî Balyozê Austuryayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinekê de herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Awusturyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran da kirin. Her wiha behsa serdana vê dawiyê ya Serok Nêçîrvan Barzanî bo Viyanayê û hevdîtinên wî bi Serok û Wezîrê Derve yê Austuryayê ra kirin.
Li ser rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên li navçeyê û mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin.