Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 19 JUN 2025 19:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan
| KDP.info


Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.
Mîr Hazim Tehsîn Beg ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Serok Barzanî hertim palpişt û piştevanê Êzîdiyan bû û niha dîsa piştevaniya xwe ji bo Êzdiyan diyar kir.”

Mîr wiha got jî: “Me çend daxwaz ji Serok Barzanî kirin û dê di pêşerojê de hemû bên cîbicîkirin.”
Mîr Hazim balkişand li ser wê yekê ku hinek alî hene ku dixwazin destêwerdanê di karûbarên Êzîdiyan de bikin, ji ber wê jî Serok Barzanî ji me re got, rê nedin ew hewlên sosret bi ser bikevin û divê Êzîdî yek bin.
Mîrê Êzîdiyan wiha got: “Li ser pêşniyara Serok Barzanî di pêşerojê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê çend projeyan li navçeyên Êzîdiyan û li perestgeha Lalşê cîbicî bike.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsa Karubarên Konsulxaneya Îmarat li Hewlêrê kir

TUESDAY, 17 JUNE 2025 23:06:54

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 17 ê hezîrana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Şêxe Beşîr Ferhan Berpirsa Karubarên Konsulxaneya Dewleta Îmarat li Hewlêrê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsa Konsulxaneya Gişt

TUESDAY, 17 JUNE 2025 16:06:43

Hewlêr-KDP.info: îro sêşem 17.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek da bi xanima Şeyxe Beşîr Ferhan Berpirsa Konsulxaneya Giştî ya Îmarat li Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê gotubêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê, rewşa navçeyê gotûbêj kirin

TUESDAY, 17 JUNE 2025 13:06:52

Hewlêr-KDP.info: Şeva derbasbûyî, dûşema 16.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Ebas Eraqçî Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.

 
Mesrûr Barzanî û Birêvebera Karûbarên Konsulxaneya Îmaratê tekez li ser xurtkirina têkiliyên dualî kir

MONDAY, 16 JUNE 2025 15:06:41

Hewlêr-KDP.info : îro 16ê Hezîrana 2025ê, Mesrûr Barzanî ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Birêvebera Karûbarên Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Herêma Kurdistanê Şeyxe Beşîr Ferhan kir.

 

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Hingaryayê li Hewlêrê kir

MONDAY, 16 JUNE 2025 13:06:53

Hewlêr-KDP.info : îro 16ê Hezîrana 2025ê, Mesrûr Barzanî , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Hingaryayê li Herêma Kurdistanê Attila Tos kir, ji ber bidawîhatina erkê wî yê dîplomatîk li Herêma Kurdistanê.

 
 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact