Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.
Mîr Hazim Tehsîn Beg ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Serok Barzanî hertim palpişt û piştevanê Êzîdiyan bû û niha dîsa piştevaniya xwe ji bo Êzdiyan diyar kir.”

Mîr wiha got jî: “Me çend daxwaz ji Serok Barzanî kirin û dê di pêşerojê de hemû bên cîbicîkirin.”
Mîr Hazim balkişand li ser wê yekê ku hinek alî hene ku dixwazin destêwerdanê di karûbarên Êzîdiyan de bikin, ji ber wê jî Serok Barzanî ji me re got, rê nedin ew hewlên sosret bi ser bikevin û divê Êzîdî yek bin.
Mîrê Êzîdiyan wiha got: “Li ser pêşniyara Serok Barzanî di pêşerojê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê çend projeyan li navçeyên Êzîdiyan û li perestgeha Lalşê cîbicî bike.”