Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Hikûmeta Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez kir ku xebata gelê Kurdistanê ji bo çespandina hevbeşî û mafên wan e û nabe li şûna rêzgirtina li daxwaziyên gelê Kurdistanê û qerebûya enfal û kîmyabaranan, hewla wê yekê were dan ku dozeke dîrokî û xebat û qurbanîdana bêhejmara Kurdistanê di mijara mûçeyê de were biçûkkirin yan jî hewla ji hev veqetandina Herêma Kurdistanê bê dayîn.