Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK û YNK pêwendiyên dualî û rewşa Kurdistanê û navçeyê gotûbêj dikin

Silêmanî-KDP.info- Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li bajarê Silêmaniyê serdana Buroya Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û di civînê de behsa pêwendiyên dualî û rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê kirin.

Piştî civînê Berpirsê Ofîsa Rêkxistina PDKê li Silêmaniyê û Helebceyê Elî Husên ji rojnamevanan re ragihand, di civînê de behsa pêwendiyên di navbera YNK û PDKê de, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û aliyên siyasî de hatin kirin.

Elî Husên got: “Girîng e ku em di danûstandinan de rolek erênî û berpirsiyar bilîzin, da ku di asta vê qonaxê de bin.”

Berdevkê YNKê Seidî Pîra jî got, di civîna şanda bilind a YNK û PDKê ya 7ê Mijdarê de behsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hate kirin. Herwiha behsa kêmkirina aloziyan hat kirin, yek ji wan xalan jî ew bû ku YNK, PDK û aliyên din bi xurtî piştevaniya pêngavên hikûmetê bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan bikin.

Herwiha got: “Hatina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Hewlêrê karekî erênî bû. Bêguman em piştevaniya her rêkeftinekê dikin ku bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de.”

Elî Husên wiha got: “Eger pêwîst be em dikarin hefteyê 2 caran bicivin, ji ber ku em û YNKê berpirsyaretî li ser milê me ye.”