Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 26 MAY 2024 00:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Gulanê piştrast kir ku ti hêz û pilanek nikarin îradeya gelê Kurdistanê ji bo azadiyê bişkînin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Di bîranîna pîroz a Şoreşa Gulanê de, em bi rêz û rûmet şehîdên nemir û wan qehremanan bi bîr tînin ku di wê rojgara dijwar û aloz de çiraya şoreşê vêxistin û dubare hêbiya azadiya di dilê gelê Kurdistanê de zindî kirin.

Şoreşa Gulanê wek berdewamiya Şoreşa mezin a Îlonê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir, ew rastiyê îsbat dike ku ti hêz û pilanek her çiqas mezin bin jî, nikarin îradeya gelê Kurdistanê ji bo azadiyê bişkînin. Loma bi amadehiya ji bo qurbanîdanê, gelê Kurdistanê di Şoreşa Gulanê de dubare rabûn ser piyan heta di Raperîna Adara 1991ê de bi hemû hêz û pêkhateyan ve taca serkestinê danîn ser serê xwe.

Werin em bîranîna Şoreşa Gulanê bikin havênê yekrêziya navbera hêzên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê, bi hev re ji bo çareserkirina kêşeyan û derbasbûna zehmetiyan bixebitin, da ku em bikarin federalî û destkef û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêzin û ber bi siberojeke baştir gav biavêjin.

Bilind û rûmetdar be bîranîna Şoreşa Gulanê. Dirûd ji bo giyanê pak ê şehîdan û silav li Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê.

 

Nêçîrvan Barzanî

26/05/2023”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî û şanda Wezareta Derve ya Qeterê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

SATURDAY, 25 MAY 2024 16:05:34

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir û di wê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Dohayê de di warên geştyarî, aborî û geşepêdanê de hate kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê pêwendiyên dualî nirxandin

FRIDAY, 24 MAY 2024 20:05:44

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Îna 24.05.2024ê li bajarê Ebûdabî, ji aliyê Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ve hat pêşwazîkirin.

 
Mesrûr Barzanî behînameyekê belav kir

FRIDAY, 24 MAY 2024 20:05:08

Hewlêr-KDP.info- Ji bo wexera dawiyê ya Xudêjêrazî Dilêr Hecî Meşhûd Mela Emîn, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxî û behîdariyê rastî malbata Xudêjêrazî kir.

 
Mesrûr Barzanî û Balyozê Kuweyt tekezî li ser giringiya bihêzkirina pêwendiyên dostane kirin

THURSDAY, 23 MAY 2024 20:05:39

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Îraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser giringiya bihêzkirina pêwendiyên dostane kirin.

 

Şanda Kurdistanê beşdarî behiya serokomarê Îranê û hevalên wî bû

WEDNESDAY, 22 MAY 2024 19:05:15

Tehran-KDP.info- Şanda bilind a Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma behiya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bû.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact