Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Gulanê piştrast kir ku ti hêz û pilanek nikarin îradeya gelê Kurdistanê ji bo azadiyê bişkînin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Di bîranîna pîroz a Şoreşa Gulanê de, em bi rêz û rûmet şehîdên nemir û wan qehremanan bi bîr tînin ku di wê rojgara dijwar û aloz de çiraya şoreşê vêxistin û dubare hêbiya azadiya di dilê gelê Kurdistanê de zindî kirin.

Şoreşa Gulanê wek berdewamiya Şoreşa mezin a Îlonê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir, ew rastiyê îsbat dike ku ti hêz û pilanek her çiqas mezin bin jî, nikarin îradeya gelê Kurdistanê ji bo azadiyê bişkînin. Loma bi amadehiya ji bo qurbanîdanê, gelê Kurdistanê di Şoreşa Gulanê de dubare rabûn ser piyan heta di Raperîna Adara 1991ê de bi hemû hêz û pêkhateyan ve taca serkestinê danîn ser serê xwe.

Werin em bîranîna Şoreşa Gulanê bikin havênê yekrêziya navbera hêzên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê, bi hev re ji bo çareserkirina kêşeyan û derbasbûna zehmetiyan bixebitin, da ku em bikarin federalî û destkef û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêzin û ber bi siberojeke baştir gav biavêjin.

Bilind û rûmetdar be bîranîna Şoreşa Gulanê. Dirûd ji bo giyanê pak ê şehîdan û silav li Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê.

 

Nêçîrvan Barzanî

26/05/2023”