Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 15:11 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Macron serdana Kurdistanê dike ji ber ku pêgeha Kurdistanê girîng e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Dr. Elî Dolemerî dibêje, biryar e Serokê Fransa Emmanuel Macron bighê Herêma Kurdistanê û sibe ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive. Herwiha got, Macron serdana Herêma Kurdistanê dike ji ber ku pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e.

Dr. Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li balafirgeha Hewlêrê pêşwaziyê li Serokê Fransa Emmanuel Macron bike.”

Dolemerî wiha got: “Macron serdana Herêma Kurdistanê dike ji ber ku pêgeha Herêma Kurdistanê girîng e û Fransa pir giringiyê bi Kurdan dide. Macron serdana Kurdistanê dike ji bo ku piştgîriya xwe ji bo Kurdistanê dûbare nîşan bide, ku herdem piştevan e ji bo Kurdistanê.”

Elî Dolemerî wiha domand: “Jibilî ku Macron dê ligel Nêçîrvan Barzanî bicive, piştre dê ligel Serok Masûd Barzanî bicive û piştre dê serdana malbatên şehîdan bike û piştre dê biçe Mûsilê û dê serdana hêzên Fransa li Herêma Kurdistanê jî bike.”

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact