Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 24 NOV 2020 21:21 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mesrûr Barzanî: Dr. Firset kesekî niştimanperwer û dilsoz û jêhatî bû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî peyameka sersaxiyê belav kir.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi xem û kesereka mezin, nûçeya koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê dr. Firset Sofî gihîşt me. Kak dr. Firset kesekî niştimanperwer û dilsoz û jêhatî bû. Tevahiya jiyan û temenê xwe xist xizmeta niştiman û xelkê xwe. Di hemû post û berpirsiyariyên xwe de alîgir û piştevanê çaksaziyê bû. Bi taybet dema bû parêzgarê Hewlêrê, erkên xwe bi dilsozî bicîh dihanî. Ez bi xwe ji nêzîk de agahdarê dilsozî û xemxorî û jêhatîbûna wî bûm di xizmetkirina xelkê Hewlêrê û Herêma Kurdistanê de. Ji ber wê jî wefata wî ez pir xemgîn kirim. Wefata wî ziyaneka mezin e jî bo hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Bi vê helkefta xemgîn, sersaxiyê li malbata wî ya niştimanperwer û xelkê Kurdistanê bi taybet jî xelkê parêzgeha Hewlêrê dikim. Xwedayê mezin wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide me hemiyan.

Bîr û helwestên kak dr. Firset Sofî dê her dem zindî bimînin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Kurdistanê

18.11.2020”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Em kar dikin ku Kurdistan heya 5 sal din berhemên xwe bifroşe derve

TUESDAY, 24 NOVEMBER 2020 11:11:07

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê veberhênerên Amerîkî û biyanî han dide ku weberhênana zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin û dibêje jî, aramî û zemîn hatiye pêkanîn bo weberhênana biyanî û ew kar dikin ku di 5 salên bê de Herêma Kurdistanê bibe herêmeke hinardekar.

Mesrûr Barzanî ligel şanda danûstandinan a Hikûmeta Kurdistanê ligel Bexda civiya

MONDAY, 23 NOVEMBER 2020 22:11:08

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 23.11.2020 Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şanda danustandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê civiya.

Artêşa Iraqê li Şingalê riya qaçaxçiyê li ser PKK girtiye

MONDAY, 23 NOVEMBER 2020 21:11:43

Şingal-KDP.info- Çavkaniyekê ji Şingalê ragihand ku, 2 lîwayên Artêşa Iraqê li ser sînorê Iraq û Sûriyê bicîh bûne û nahêlin PKK li Şingalê qaçaxçiyê bike.

Berdevkê PDKê: Ti peywendiya me bi çawaniya diyarkirina Babe Şêxê Êzdiyan nîne

SATURDAY, 21 NOVEMBER 2020 10:11:33

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de li ser diyarkirina Babe Şêxê Kurdên Êzidî ragihand, partiya wan dûr û nêzîk ti peywendî bi çawaniya diyarkirina pile û payeyên civakî û ola Kurdên Êzdî nîne û ew rêz li şêwazê hilbijartina Babe Şêx digirin.

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo aramiya Iraqê divê pirsgirêk bên çareser kirin

WEDNESDAY, 18 NOVEMBER 2020 18:11:54

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletiya li hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê, yên ji bo çareserkirina kêşeyan kir û li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert hevnêrîn bûn ku ji bo aramiya Iraqê, divê kêşeyên Hewlêr – Bexdayê bêne çareserkirin.

 


 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact