Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Dr. Firset kesekî niştimanperwer û dilsoz û jêhatî bû

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî peyameka sersaxiyê belav kir.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi xem û kesereka mezin, nûçeya koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê dr. Firset Sofî gihîşt me. Kak dr. Firset kesekî niştimanperwer û dilsoz û jêhatî bû. Tevahiya jiyan û temenê xwe xist xizmeta niştiman û xelkê xwe. Di hemû post û berpirsiyariyên xwe de alîgir û piştevanê çaksaziyê bû. Bi taybet dema bû parêzgarê Hewlêrê, erkên xwe bi dilsozî bicîh dihanî. Ez bi xwe ji nêzîk de agahdarê dilsozî û xemxorî û jêhatîbûna wî bûm di xizmetkirina xelkê Hewlêrê û Herêma Kurdistanê de. Ji ber wê jî wefata wî ez pir xemgîn kirim. Wefata wî ziyaneka mezin e jî bo hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Bi vê helkefta xemgîn, sersaxiyê li malbata wî ya niştimanperwer û xelkê Kurdistanê bi taybet jî xelkê parêzgeha Hewlêrê dikim. Xwedayê mezin wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide me hemiyan.

Bîr û helwestên kak dr. Firset Sofî dê her dem zindî bimînin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Kurdistanê

18.11.2020”