Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê di demekê de destpê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 59emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de got, Şoreşa Îlonê di demekê de destpê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû, lê di encamê de hemû xelkê Kurdistanê bûn piştevanên şoreş û îrade û xweragiriya Pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê, gelek destkeftên mezin pêk anîn.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Di rojeke weke îro de, di 11ê Îlona sala 1961ê de şoreşa mezin a Îlonê pêk hat ku bûye şoreşeke seranserî û xelkê Kurdistanê bi hemû netewe û ol û pêkhateyên cuda, ji Zaxo heta Xaneqînê li jêr serkirdetiya Rêberê Niştimanî Mistefa Barzaniyê Nemir kom bûn.

Şoreşa mezin a Îlonê, di demekê de dest pê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû. Dijminên gelê Kurdistanê hemû hewlên xwe didan ji bo jinavbirina kultur û nasnameya gelê Kurdistanê û bêparhiştina ji hemû mafên bingehîn ên jiyanê.

Di encamê de hemû xelkê Kurdistanê bûn piştevanên şoreş û îrade û xweragiriya Pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê, gelek destkeftên mezin pêk anîn, ku ji wan herî giring komkirina Kurdistanê bû di bin alayekê û serkirdetiyekê de.

Bêguman yek ji destkeftên dîrokî jî, peymannameya 11ê Adara 1970 bû, dema rejîma Be'sê neçar bû mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Îro ku em salvegera wê şoreşa mezin a Kurdistanê bi bîr tînin, Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe. Loma gelek pêwîst e ku ruhê xweragiriyê û nirxên bilind ên Şoreşa mezin a Îlonê li ber çavên me bin û handera me ya zêdetir bin ji bo yekrêzî û tebayî û parastina destkeftên xelkê Kurdistanê.

 

Salvegera Şoreşa Mezin a Îlonê bilind û pîroz be.

 

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

11.9.2020”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact