Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê di demekê de destpê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 59emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de got, Şoreşa Îlonê di demekê de destpê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû, lê di encamê de hemû xelkê Kurdistanê bûn piştevanên şoreş û îrade û xweragiriya Pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê, gelek destkeftên mezin pêk anîn.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Di rojeke weke îro de, di 11ê Îlona sala 1961ê de şoreşa mezin a Îlonê pêk hat ku bûye şoreşeke seranserî û xelkê Kurdistanê bi hemû netewe û ol û pêkhateyên cuda, ji Zaxo heta Xaneqînê li jêr serkirdetiya Rêberê Niştimanî Mistefa Barzaniyê Nemir kom bûn.

Şoreşa mezin a Îlonê, di demekê de dest pê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû. Dijminên gelê Kurdistanê hemû hewlên xwe didan ji bo jinavbirina kultur û nasnameya gelê Kurdistanê û bêparhiştina ji hemû mafên bingehîn ên jiyanê.

Di encamê de hemû xelkê Kurdistanê bûn piştevanên şoreş û îrade û xweragiriya Pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê, gelek destkeftên mezin pêk anîn, ku ji wan herî giring komkirina Kurdistanê bû di bin alayekê û serkirdetiyekê de.

Bêguman yek ji destkeftên dîrokî jî, peymannameya 11ê Adara 1970 bû, dema rejîma Be'sê neçar bû mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Îro ku em salvegera wê şoreşa mezin a Kurdistanê bi bîr tînin, Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe. Loma gelek pêwîst e ku ruhê xweragiriyê û nirxên bilind ên Şoreşa mezin a Îlonê li ber çavên me bin û handera me ya zêdetir bin ji bo yekrêzî û tebayî û parastina destkeftên xelkê Kurdistanê.

 

Salvegera Şoreşa Mezin a Îlonê bilind û pîroz be.

 

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

11.9.2020”