Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 12:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

ENKS û TEV-DEM ji bo rêkeftina îdarî danustandinan dikin
| KDP.info


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Polîtburoya PDK-Sê dibêje, danustandinên ENKS û TEV-DEMê qonaxeke baş derbas kiriye, lê niha ew danustandin hinekî sist birêve diçe.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Beşar Emîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e di nava kêmtir ji hefteyekê danustandin careke din destpê bikin û vê carê dê danustandin li ser şêwaz û awayê rêveberî û îdareya hevbeş be, ku di van danustandinan de herdu alî lihev bikin.”

Beşar Emîn wiha got: “ENKS û TEV-DEM di mijara çêkirina (lêvegerekê) pêngavên baş avêtine û tenê hinek xalên biçûk mane ku dê lêvegereke Kurdî hevbeş çêbibe û 40% bo ENKS be û 40% ji bo TEV-DEM be. Heya niha herdu alî li ser 20% mayî lihev nekirine, lê ev yek nabe pirsgirêk û dê li ser wê jî lihev bikin.”

Emîn wiha domand: “Biryar e pirsa vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê bikeve qonaxa dawî ya danustandinan, ji ber ku pirseke hestiyar e.”

Li ser destpêşxeriya Mezlûm Kobanî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û di bin çavdêriya Amerîka de, ENKS û TEV-DEM dest bi danustandinan kirin ji bo ku rêkeftinekê bikin li ser karê hevbeş li Rojavayê Kurdistanê û herdû aliyan rêkeftina Duhokê ya di bin serperiştiya Serok Barzanî kirine bingehek ji bo rêkeftina xwe.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact