Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS û TEV-DEM ji bo rêkeftina îdarî danustandinan dikin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Polîtburoya PDK-Sê dibêje, danustandinên ENKS û TEV-DEMê qonaxeke baş derbas kiriye, lê niha ew danustandin hinekî sist birêve diçe.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Beşar Emîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e di nava kêmtir ji hefteyekê danustandin careke din destpê bikin û vê carê dê danustandin li ser şêwaz û awayê rêveberî û îdareya hevbeş be, ku di van danustandinan de herdu alî lihev bikin.”

Beşar Emîn wiha got: “ENKS û TEV-DEM di mijara çêkirina (lêvegerekê) pêngavên baş avêtine û tenê hinek xalên biçûk mane ku dê lêvegereke Kurdî hevbeş çêbibe û 40% bo ENKS be û 40% ji bo TEV-DEM be. Heya niha herdu alî li ser 20% mayî lihev nekirine, lê ev yek nabe pirsgirêk û dê li ser wê jî lihev bikin.”

Emîn wiha domand: “Biryar e pirsa vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê bikeve qonaxa dawî ya danustandinan, ji ber ku pirseke hestiyar e.”

Li ser destpêşxeriya Mezlûm Kobanî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û di bin çavdêriya Amerîka de, ENKS û TEV-DEM dest bi danustandinan kirin ji bo ku rêkeftinekê bikin li ser karê hevbeş li Rojavayê Kurdistanê û herdû aliyan rêkeftina Duhokê ya di bin serperiştiya Serok Barzanî kirine bingehek ji bo rêkeftina xwe.