Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 26 SEP 2020 21:23 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

ENKS: PKK nahêle em û TEV-DEM lihev bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ENKS û TEV-DEM di danustandinên xwe de pêngavên baş avêtine, lê PKK astengiyan derdixe û nahêle em û TEV-DEM lihev bikin, ji ber ku mercê me ew e ku PKK qet destê xwe nexe nava karûbarê Rojavayê Kurdistanê.

Serokê ENKSê Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Danûstandinên ENKS  û TEV-DEMê didomin. Gavên baş hatine avêtin. Lê PKKê astengiyê çêdike. PKK dizane ku dema em û TEV-DEM lihev bikin, wê demê dê ti rola wê li Rojavayê Kurdistanê nemîne, lewma bi hemû şêweyan astengiyan ji danustendinan re derdixe, ji bo ku em lihev nekin.”

Siûd Mela her wiha got, yek ji şertên ENKSê ew e ku nabe PKK destê xwe bixe nav karûbarên Rojava. Ji ber wê jî PKK niha dixwaze li pêşiya rêkeftina her du aliyan bibe asteng, çimkî eger ENKS û TEV-DEM li hev bikin wê çaxê ti rola PKKê li wir namîne.




Nûçeyên din

Frakisyona PDKê: Referandûm rojeke niştimanî bi nirx û serbilindiyeke mezin e

THURSDAY, 24 SEPTEMBER 2020 21:09:35

Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê beyanameyek bi boneya salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de belav kir.

Balyozê Yekîtiya Ewropa: Kurdistan nimûneyeke serkeftî û pêşveçûyî ye li Iraqê

THURSDAY, 24 SEPTEMBER 2020 18:09:29

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Martin Huth kir.

 
Konsulê Almanya ji ber hewandina penaberên Sûriyê pesnê Herêma Kurdistanê da

THURSDAY, 24 SEPTEMBER 2020 18:09:19

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Klemens Semtner kir.

 
James Jeffrey: Koşka Spî piştevaniyê li Rojavayê Kurdistanê dike

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2020 21:09:55

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENSK di Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê de ragihand, hatina James Jeffrey bo Rojavayê Kurdistanê xwedî giringiyeke mezin e, ji ber ku James Jeffrey piştgîriya Koşka Spî gihand herdû aliyên Rojavayê Kurdistanê.

ENKS û TEV-DEM dê niha danustandinan li ser vegera Pêşmergeyên Roj bikin

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2020 19:09:58

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê ragihand, piştî temambûna qonaxa yekem ku rêkeftina siyasî bû di navbera ENKS û TEV-DEMê de, qonaxa duyem jî bidawî hat, ku ew jî lihevkirin bû li ser encûmenekê bi navê Lêvegera Siyasî û niha herdu alî di qonaxa sêyem a danustandinan de ne.

 


 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact