Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS: PKK nahêle em û TEV-DEM lihev bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ENKS û TEV-DEM di danustandinên xwe de pêngavên baş avêtine, lê PKK astengiyan derdixe û nahêle em û TEV-DEM lihev bikin, ji ber ku mercê me ew e ku PKK qet destê xwe nexe nava karûbarê Rojavayê Kurdistanê.

Serokê ENKSê Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Danûstandinên ENKS  û TEV-DEMê didomin. Gavên baş hatine avêtin. Lê PKKê astengiyê çêdike. PKK dizane ku dema em û TEV-DEM lihev bikin, wê demê dê ti rola wê li Rojavayê Kurdistanê nemîne, lewma bi hemû şêweyan astengiyan ji danustendinan re derdixe, ji bo ku em lihev nekin.”

Siûd Mela her wiha got, yek ji şertên ENKSê ew e ku nabe PKK destê xwe bixe nav karûbarên Rojava. Ji ber wê jî PKK niha dixwaze li pêşiya rêkeftina her du aliyan bibe asteng, çimkî eger ENKS û TEV-DEM li hev bikin wê çaxê ti rola PKKê li wir namîne.