Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 24 SEP 2020 03:37 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Rêxistinên navdewletî êdî alîkariya koçberan nakin û ew erk ketiye ser milê Hikûmeta Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Kampan li Hewlêrê Rizgar Ubêd ragihand ku, 31 kamp li Hewlêr û Duhokê hene û rêxistinên navdewletî alîkariyên xwe ji bo wan kampan sekinandine, lewma erkê alîkariya wan ketiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha Hikûmeta Iraqê dibêje emê koçberan vegerînin ser mal û warên wan lê heya niha ew venegerandine, lewma divê çareseriyek ji vê pirsê re were dîtin.

Rizgar Ubêd ji malpera KDP.info re ragihand: “Sê hikûmetên Iraqê hatine guhertin û her wezîrek tê û behsa vegera koçberan bo ser mal û warên wan dike, lê koçber her li kampên Herêma Kurdistanê ne rêxistinên navdewletî jî nema alîkariya wan dikin, lewma erkê alîkariya koçberan ketiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Ubêd wiha got: “Beriya hatina Koronayê, rêxistinên navdewletî alîkariyên xwe kêm kirin, lê piştî hatina Korona û girtina riyan, êdî wan rêxistinan bi yekcarî alîkariyên xwe qut kirin û niha Hikûmeta Kurdistanê û hinek rêxistinên navxwe alîkariya wan dikin.”

Rizgar Ubêd wiha domand: “Gelek pirsgirêkên koçberan hene, wek nebûna pêdviyên pizîşkî û nebûna av û karebayê û çend pirsgirêkên din. Hikûmeta Iraqê jî tenê hinek xorak û xwarinê ji wan re dişîne û ew jî têra tiştekî nake. Tenê li Hewlêr û Duhokê 31 kamp hene û tenê li Hewlêrê 37 hezar koçber hene, lewma pêwîst e alîkariya van koçberan were kirin, da ku vegerin malên xwe yan jî pêdviyên jiyanê bighên destê wan.”

Rêveberê Kampan li Hewlêrê got: “Koçberên Iraqê nikarin vegerin ser malên xwe ji ber ku li navçeyên wan pirsgirêkên ewlehiyê û nebûna xizmetan heye, lewma pêwîst e ew pirsgirêk çareser bibin û piştre koçber vegerin ser malên xwe.”

 




Nûçeyên din

James Jeffrey: Koşka Spî piştevaniyê li Rojavayê Kurdistanê dike

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2020 21:09:55

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENSK di Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê de ragihand, hatina James Jeffrey bo Rojavayê Kurdistanê xwedî giringiyeke mezin e, ji ber ku James Jeffrey piştgîriya Koşka Spî gihand herdû aliyên Rojavayê Kurdistanê.

ENKS û TEV-DEM dê niha danustandinan li ser vegera Pêşmergeyên Roj bikin

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2020 19:09:58

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê ragihand, piştî temambûna qonaxa yekem ku rêkeftina siyasî bû di navbera ENKS û TEV-DEMê de, qonaxa duyem jî bidawî hat, ku ew jî lihevkirin bû li ser encûmenekê bi navê Lêvegera Siyasî û niha herdu alî di qonaxa sêyem a danustandinan de ne.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şanda hêzên Hevpeymanan kir

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2020 19:09:55

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 22ê Îlona 2020an, pêşwaziya şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir.

 
Mesrûr Barzanî: Em erebkirina Kerkûkê qebûl nakin û em ji ber rewşa navçeyên Kurdistanî pir dilgiran in

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2020 19:09:41

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew bi nîgeranî çavdêriya rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin û got: “Em tevî ku bi tundî siyaseta erebkirina deverên kêşe li ser û bi taybetî li Kerkûkê, şermezar dikin, em car din eşkere dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti car siyasetên bi vî rengî qebûl nake.”

 
Nûnerê Amerîka rola Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê di nêzîkkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2020 19:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey kir û ragihand ku bi armanca gihiştina çareseriyeke bingehîn a kêşeyan li ser bingeha destûrê Iraqê, pêvajoya gotûbêjan ligel Bexdayê berdewam e.

 


 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact