Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rêxistinên navdewletî êdî alîkariya koçberan nakin û ew erk ketiye ser milê Hikûmeta Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Kampan li Hewlêrê Rizgar Ubêd ragihand ku, 31 kamp li Hewlêr û Duhokê hene û rêxistinên navdewletî alîkariyên xwe ji bo wan kampan sekinandine, lewma erkê alîkariya wan ketiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha Hikûmeta Iraqê dibêje emê koçberan vegerînin ser mal û warên wan lê heya niha ew venegerandine, lewma divê çareseriyek ji vê pirsê re were dîtin.

Rizgar Ubêd ji malpera KDP.info re ragihand: “Sê hikûmetên Iraqê hatine guhertin û her wezîrek tê û behsa vegera koçberan bo ser mal û warên wan dike, lê koçber her li kampên Herêma Kurdistanê ne rêxistinên navdewletî jî nema alîkariya wan dikin, lewma erkê alîkariya koçberan ketiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Ubêd wiha got: “Beriya hatina Koronayê, rêxistinên navdewletî alîkariyên xwe kêm kirin, lê piştî hatina Korona û girtina riyan, êdî wan rêxistinan bi yekcarî alîkariyên xwe qut kirin û niha Hikûmeta Kurdistanê û hinek rêxistinên navxwe alîkariya wan dikin.”

Rizgar Ubêd wiha domand: “Gelek pirsgirêkên koçberan hene, wek nebûna pêdviyên pizîşkî û nebûna av û karebayê û çend pirsgirêkên din. Hikûmeta Iraqê jî tenê hinek xorak û xwarinê ji wan re dişîne û ew jî têra tiştekî nake. Tenê li Hewlêr û Duhokê 31 kamp hene û tenê li Hewlêrê 37 hezar koçber hene, lewma pêwîst e alîkariya van koçberan were kirin, da ku vegerin malên xwe yan jî pêdviyên jiyanê bighên destê wan.”

Rêveberê Kampan li Hewlêrê got: “Koçberên Iraqê nikarin vegerin ser malên xwe ji ber ku li navçeyên wan pirsgirêkên ewlehiyê û nebûna xizmetan heye, lewma pêwîst e ew pirsgirêk çareser bibin û piştre koçber vegerin ser malên xwe.”