Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ligel serokên frakisyonên Kurdistanê li Parlemantoya Iraqê bicive û Seroka Frakisyona PDKê Dr. Viyan Sebrî jî derbarê wê civînê dibêje, Nêçîrvan Barzanî dê daxwaza yekdengiyê ji frakisyonên Kurd di Parlemantoya Kurdistanê de bike.
Roja Sêşema 11.2.2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ligel serokên frakisyonên Parlemantoya Iraqê bicive.
Derbarê wê civînê, Dr. Viyan Sebrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew civîn roja Sêşemê ye û tê de dê rewşa Iraqê û pêşhatên dawî werin gotûbêjkirin.”
Sebrî wiha got: “Herwiha armanceke din ji vê civînê heye, ew jî yekdengî û hevkariya partiyên siyasî yên Kurdistanê ye di Parlemantoya Iraqê de.”
Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.
Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.
Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.
Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.