Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 23:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Xaneqîn.. DAIŞ çekdarên biyanî li navçeya Qeretepe bicîh dike
| KDP.info


Qeretepe-KDP.info- Berpirsê Komîteya PDKê li Navçeya Qeretepe Kemal Îbrahîm dibêje, terorîstên DAIŞê xwe bi rêxisitin dikin li ser Çiyayê Hemrîn û gelek çekdarên welatan anîne navçeyê.

Kemal Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî zanyariyên dawî terorîstên DAIŞê xwe birêxistin dikin li ser Çiyayê Hemrîn, ku çiyayekî berfireh e û gelek çekdarên biyanî jî anîne navçeyê. Artêşa Iraqê û milîsên wê jî ku li wê deverê ne, nikarin rewşê kontrol bikin, ji ber ku eger ne bi Pêşmerge re be nikarin rewşa navçeyê kontrol bikin, loma jî xelkê navçeyê bi Kurd û Erebên xwe hertim daxwaz dikin ku Pêşmerge vegerin navçeya wan.”

Wî berpirsê PDKê li Qeretepe wiha jî got: “Piştî ku hêzên Iraqê navçe di 16ê Cotmeha 2017an de dagîr kirin, gelek gund ji ber xerabiya rewşa ewlehiyê vala bûne û xelkê wan koçber bûne, xelkê ku mane jî bi şev newbetê digrin û ew xwe diparêzin.”

Kemal Îbrahîm wiha domand: “Rojane karên terorîstî li sînorê navçeyê ji aliyê DAIŞê ve tên kirin û bi şev jî ew terorîst xalên kontrolê di nava gundan de datînin û xelkê dikujin û bi kêfa xwe diçin û tên.”

Qeretepe ser bi Xaneqîn e û Xaneqîn ser bi parêzgeha Diyalave ye. Xelkê wê berê nêzîkî 36 hezar kes bûn. Xelkê wê Kurd û Turkman û Erebên Şîe û Erebên Sunne ne. Piştî 16ê Cotmeha 2017an Qeretepe ket destê milîsên Heşda Şeibî û niha rewşa wê pir xerab e û DAIŞ metirsiyeke mezin li ser çêkiriye.




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact