Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Xaneqîn.. DAIŞ çekdarên biyanî li navçeya Qeretepe bicîh dike

Qeretepe-KDP.info- Berpirsê Komîteya PDKê li Navçeya Qeretepe Kemal Îbrahîm dibêje, terorîstên DAIŞê xwe bi rêxisitin dikin li ser Çiyayê Hemrîn û gelek çekdarên welatan anîne navçeyê.

Kemal Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî zanyariyên dawî terorîstên DAIŞê xwe birêxistin dikin li ser Çiyayê Hemrîn, ku çiyayekî berfireh e û gelek çekdarên biyanî jî anîne navçeyê. Artêşa Iraqê û milîsên wê jî ku li wê deverê ne, nikarin rewşê kontrol bikin, ji ber ku eger ne bi Pêşmerge re be nikarin rewşa navçeyê kontrol bikin, loma jî xelkê navçeyê bi Kurd û Erebên xwe hertim daxwaz dikin ku Pêşmerge vegerin navçeya wan.”

Wî berpirsê PDKê li Qeretepe wiha jî got: “Piştî ku hêzên Iraqê navçe di 16ê Cotmeha 2017an de dagîr kirin, gelek gund ji ber xerabiya rewşa ewlehiyê vala bûne û xelkê wan koçber bûne, xelkê ku mane jî bi şev newbetê digrin û ew xwe diparêzin.”

Kemal Îbrahîm wiha domand: “Rojane karên terorîstî li sînorê navçeyê ji aliyê DAIŞê ve tên kirin û bi şev jî ew terorîst xalên kontrolê di nava gundan de datînin û xelkê dikujin û bi kêfa xwe diçin û tên.”

Qeretepe ser bi Xaneqîn e û Xaneqîn ser bi parêzgeha Diyalave ye. Xelkê wê berê nêzîkî 36 hezar kes bûn. Xelkê wê Kurd û Turkman û Erebên Şîe û Erebên Sunne ne. Piştî 16ê Cotmeha 2017an Qeretepe ket destê milîsên Heşda Şeibî û niha rewşa wê pir xerab e û DAIŞ metirsiyeke mezin li ser çêkiriye.