Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 28 FEB 2020 13:46 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

ENKS û Îtîlafa Sûriyê li ser vegerandina koçberan û nehiştina destdirêjiya çekdaran lihev kirine
| KDP.info


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Rêveberiya ENKSê dibêje, ENKS û Îtîlafa Opozisyona Sûriyê lihev kirine û rêkeftineke îmze kirine ku desteyeke pilebilind û 8 komîteyan ava bikin ji bo vegerandina penaber û koçberên Rojavayê Kurdistanê bo ser malên wan û herwiha ji bo nehiştina destdirêjiya girûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê.

Serkirdeyê PDK-Sê û Endamê Rêvebriya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Me û Îtîlafê lihev kiriye û me rêkeftinek îmze kiriye derbarê nehiştina destdirêjiya çekdarên opozisyonê û vegerandina penaberan bo ser mal û warên wan. Herwiha ku ew guhertina demografî ya ku tê kirin li navçeyê nemîne. Niha me dest bi cîbicîkirina wê rêkeftinê kiriye û ji bo wê yekê jî me desteyek ava kiriye û endamê me ENKS dê tê de 4 kes in.”

Îsmaîl wiha got: “Îtîlafê jî endamê xwe diyar kiriye ji bo ku em bihevre kar bikin û di nava hefteyekê de dê ew deste dest bi karê xwe bike. Herwiha dê 8 komîte bên avakirin ji bo navçeyên Serêkaniyê û Girêsipî û Efrînê ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê û me ji Amerîka re jî gotiye, ji bo ku ew jî ji QSD û Tirkiyê re bêje da ku astengiyan ji koçberan re dernexin dema ku vegerin ser malên xwe, ku di berjewendiya xelkê me de ye ku vegerin ser malên xwe.”

Mihemed Îsmaîl wiha domand: “Koçber û penaberên vêdawiyê yên Serêkaniyê û Girêsipî nêzîkî 104 hezar kes in û emê hemû hewlên xwe bidin ji bo vegerandina wan.”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li hevserokên YNKê kir

THURSDAY, 27 FEBRUARY 2020 09:02:11

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li hevserokên YNKê kir û hêviya wê xwest hilbijartina wan “xizmeta hêviyên Serok Mam Celal bike”.

 
Baydemîr: Herêma Kurdistanê mînakek e ji bo temamî navçeyê

THURSDAY, 27 FEBRUARY 2020 09:02:40

Duhok-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ragihand ku Herêma Kurdistanê mînakeke ciwan e li tevahiya navçeyê û semboleke ciwan e bo temamî xelkê Kurdistanê.

 
Îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û jidayikbûna Barzaniyê Nemir neyên kirin

WEDNESDAY, 26 FEBRUARY 2020 16:02:26

Hewlêr-KDP.info- Baregeha Barzanî di çarçoveya tewdîrên li hember vîrusa korona de biryarek aşkera kir û ragihand îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û jidayikbûna cenabê Barzaniyê Nemir neyên encamdan.

 
“Boneyên îsal ên Newrozê li Hewlêrê nayên kirin..Korona negihaye Hewlêrê”

WEDNESDAY, 26 FEBRUARY 2020 16:02:32

Hewlêr-KDP.info- Îro 26.02.2020ê parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî di kongreyeke rojnamevanî de ragehand, di çarçoveya tewdîrên li hember vîrusa korona de me biryar daye ku îsal bone û pîrozbahiyên Newroz û Adarê neyên kirin. Herwiha tekez kir ku hêj nexweşiya korona negihaye parêzgeha Hewlêrê.

 
Serok Barzanî 251 pirtûk da Pirtûkxaneya Zanîngeha Helebceyê

WEDNESDAY, 26 FEBRUARY 2020 16:02:47

Helebce-KDP.info- Di çarçoveya kampanyaya komkirina pirtûkan ji bo Pirtûkxaneya Zanîngeha Helebceyê, Serok Mesrûd Barzanî 251 pirtûkên ku çavkanî ne di gelek waran de, da wê pirtûkxaneyê.

 


 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP