Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS û Îtîlafa Sûriyê li ser vegerandina koçberan û nehiştina destdirêjiya çekdaran lihev kirine

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Rêveberiya ENKSê dibêje, ENKS û Îtîlafa Opozisyona Sûriyê lihev kirine û rêkeftineke îmze kirine ku desteyeke pilebilind û 8 komîteyan ava bikin ji bo vegerandina penaber û koçberên Rojavayê Kurdistanê bo ser malên wan û herwiha ji bo nehiştina destdirêjiya girûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê.

Serkirdeyê PDK-Sê û Endamê Rêvebriya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Me û Îtîlafê lihev kiriye û me rêkeftinek îmze kiriye derbarê nehiştina destdirêjiya çekdarên opozisyonê û vegerandina penaberan bo ser mal û warên wan. Herwiha ku ew guhertina demografî ya ku tê kirin li navçeyê nemîne. Niha me dest bi cîbicîkirina wê rêkeftinê kiriye û ji bo wê yekê jî me desteyek ava kiriye û endamê me ENKS dê tê de 4 kes in.”

Îsmaîl wiha got: “Îtîlafê jî endamê xwe diyar kiriye ji bo ku em bihevre kar bikin û di nava hefteyekê de dê ew deste dest bi karê xwe bike. Herwiha dê 8 komîte bên avakirin ji bo navçeyên Serêkaniyê û Girêsipî û Efrînê ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê û me ji Amerîka re jî gotiye, ji bo ku ew jî ji QSD û Tirkiyê re bêje da ku astengiyan ji koçberan re dernexin dema ku vegerin ser malên xwe, ku di berjewendiya xelkê me de ye ku vegerin ser malên xwe.”

Mihemed Îsmaîl wiha domand: “Koçber û penaberên vêdawiyê yên Serêkaniyê û Girêsipî nêzîkî 104 hezar kes in û emê hemû hewlên xwe bidin ji bo vegerandina wan.”