Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 9 DEC 2019 03:15 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî bo şanda ENKSê: Em ji ber karê çekdarên tundrew li Rojava dilgiran in
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê îro di hevdîtinekê de bi şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela re, dawî pêşhat û rewşa Sûriyê û amadehî û rol û bandora hêzên herêmî û navdewletî li navçeyê guftûgo kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya yekrêzî, tebayî, karkirina bi hev re, hevtêgihîştin û avakirina baweriyê di navbera alî û pêkhateyên Kurdistanî li Sûriyê de kir, hemû amadehiya xwe jî bi hevkarî û piştevaniyê li her hewlekê ji bo aramî û ewlehiya û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li navçeyê nîşan da.

Di hevdîtinê de, herdû aliyan tekezî li pêwîstiya tebayî û hevqebûlkirinê di navbera pêkhate û aliyan de li Sûriyê û karkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vegera ewlehî û aramiyê kirin. Herwiha dilgiraniya xwe jî ji ber hewlên guhartina demografiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê û kar û riftarên çekdarên tundrew ên opozîsyona Sûriyê nîşan dan.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me gavên baş bo xizmetkirinê avêtine..Niha Kurdistan bihêztir û hikûmet jî zelaltir e

SUNDAY, 08 DECEMBER 2019 15:12:13

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîre Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 100 rojiya karkirina kabineya 9emîn a Kurdistanê gotarek belav kir û têde behsa deskeftiyên kabineya Kurdistanê kir û têde got ku wan gavên baş û berbiçav bo xizmetkirina welatiyên Kurdistanê avêtine û niha Kurdistan bihêztir û seqamgîrtir e û hikûmet jî zelaltire.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em gelekî ji kuştina xwepêşanderên Iraqê dilgiran in

SUNDAY, 08 DECEMBER 2019 09:12:33

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ew gelekî ji kuştina xwepêşanderên Iraqî nîgeran in û daxwaz kir, tawankarên wan rûdanan bên girtin û dadgehîkirin.

 
Frakisyona PDKê: Emê bi çaksaziyê bihêlin ku serwet û samanên vî welatî vala neçin

SATURDAY, 07 DECEMBER 2019 19:12:20

Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de ragihand ku ewê bi rêya projeya reform û çaksaziyan şerekî mezin li dijî gendeliyê bikin.

 
“26 hezar malbatên Ereb anîne Kerkûkê.. Bi şîekirin jî li Kerkûkê destpê kiriye”

SATURDAY, 07 DECEMBER 2019 18:12:42

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Asayişa Kerkûkê Emîd Îdrîs Refet ragihand ku li Kerkûkê jibilî bi erebkirinê proseya bi şîekirinê jî destpê kiriye, ku heya niha 26 hezar malbatên Ereb anîne Kerkûkê.

 
Amerîka: Emê berdewam bin li ser piştevaniya Kurdistanê û piştgîriya Pêşmerge

SATURDAY, 07 DECEMBER 2019 17:12:32

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de James Jeffery civiyan û di wê hevdîtinê de şanda Amerîkî tekez kir ku ewê berdewam bin li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û piştgiriya Pêşmerge.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP