Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo şanda ENKSê: Em ji ber karê çekdarên tundrew li Rojava dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê îro di hevdîtinekê de bi şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela re, dawî pêşhat û rewşa Sûriyê û amadehî û rol û bandora hêzên herêmî û navdewletî li navçeyê guftûgo kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya yekrêzî, tebayî, karkirina bi hev re, hevtêgihîştin û avakirina baweriyê di navbera alî û pêkhateyên Kurdistanî li Sûriyê de kir, hemû amadehiya xwe jî bi hevkarî û piştevaniyê li her hewlekê ji bo aramî û ewlehiya û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li navçeyê nîşan da.

Di hevdîtinê de, herdû aliyan tekezî li pêwîstiya tebayî û hevqebûlkirinê di navbera pêkhate û aliyan de li Sûriyê û karkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vegera ewlehî û aramiyê kirin. Herwiha dilgiraniya xwe jî ji ber hewlên guhartina demografiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê û kar û riftarên çekdarên tundrew ên opozîsyona Sûriyê nîşan dan.