Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 30 MAY 2020 08:46 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

“Bila PKK ji Şingalê derkeve û Şingal jî nebe meydana şerê PKK û Tirkiyê”
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, di nava 2 rojên derbasbûyî de balafirên Tirkiyê 5 carî li Şingalê dane û gelek ziyanên canî û madî li pey xwe hiştine. Herwiha dibêje, bila PKK dest ji Şingalê berde û wek Rojavayê Kurdistanê li Şingalê jî neyê.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bûye belayeke mezin li ser serê Şingalê. Berdewam kêşe û pirsgirêkan ji me re derdixin. Tenê di nava 2 rojan de 5 caran balafirên Tirkiyê li Şingalê dane, ew ji ber hebûna PKK li navçeyê, lewma pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve.”

Şeşo wiha got: “Pêwîst e PKK rewşa Şingalê li ber çav bigre û nehêle tişta ku hat serê Rojavayê Kurdistanê bê serê Şingalê jî. Hikûmeta Iraqê jî li hemberî wê pirsê kêmxem e û ti helwesta wê tune ye. Berdewam behsa Şingalê dikin lê dema pirsgirêk mezin dibe hemû xwe jê dûr dikin. Hikûmeta Iraqê di ber wê rewşê de berpirsyar e.”

Ji aliyê xwe ve, Mehma Xelîl ku siyasetmedarekî Şingalê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Şingal bûye meydana hevrikiya siyasî ya PKK û Tirkiyê. Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve. Ji ber ku Şingal bi xwe rastî jenosîdekê hatiye û qurbaniyeke mezin daye, êdî Şingal nikare tehemila şerekî din bike.”

Xelîl wiha got: “Pêwîst e herdû alî dûr ji Şingalê lihev bikin û Şingalê nekin meydana şerê xwe. Bila ew şer bidawî were û taybetmendiya Şingalê li ber çav bê girtin.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî sersaxiyê li Sasan Ewnî kir

WEDNESDAY, 27 MAY 2020 22:05:40

Hewlêr-KDP.info-Îro çarşem 27.05.2020 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Sasan Ewnî Wezîrê Bajarvaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û serxweşî û hevxemiya xwe ji bo malbata wan û Ferhad Ewnî ragihand ku ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Nejad Ewnî yê birayê wan ku li rûdaneke diltezîn da koça dawî kir.

 
Hevpeymanan çek û teqemenî ji 2 lîwayên Pêşmerge re şandine

WEDNESDAY, 27 MAY 2020 16:05:43

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serfirmandar bo Operasyonan di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Qareman Kemal dibêje, 2 lîwayên Hêzên Pêşmerge ku Hevpeymaniya Navdewletî wan amade dike, hatine amadekirin û Hevpeymaniya Navdewletî dê piraniya çek û teqemenî û kelûpel û pêwîstiyan ji wan re bişîne.

 

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê ew rastiye çespand ku îradeya miletê me ji hemû planan bihêztir e

MONDAY, 25 MAY 2020 23:05:45

Hewlêr-KDP.info- Êvara îro Duşema 25.05.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya yadkirina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir. Di wê peyama xwe de Serokwezîr Barzanî di wê daxuyaniyê de aşkere kir biyekrêzî û yekhelwêstiya xelkê Kurdistanê ew dikarin ji hemû rewşên xirab debas bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê: Erkê sereke yê hemû aliyan bihêzkirina yekrêziyê ye

MONDAY, 25 MAY 2020 23:05:59

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 44emîn salvegera Şoreşa Gulanê peyameke bekav kir û ragihand ku divê kare sereke yê hemû aliyan berdewam ji bo bihêzkirina yekrêziyê karkirin be.

Serok Barzanî: Bila xelkê Kurdistanê piştrast bin ku xebat û qurbanîdana wan bi vala naçe

MONDAY, 25 MAY 2020 23:05:16

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber salvegera Şoreşa Gulanê ya sala 1976ê, peyamek belav kir û tê got, bila xelkê Kurdistanê piştrast bin ku şoreş û xebat û qurbanîdana wan bi vala naçe.



 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP