Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Bila PKK ji Şingalê derkeve û Şingal jî nebe meydana şerê PKK û Tirkiyê”

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, di nava 2 rojên derbasbûyî de balafirên Tirkiyê 5 carî li Şingalê dane û gelek ziyanên canî û madî li pey xwe hiştine. Herwiha dibêje, bila PKK dest ji Şingalê berde û wek Rojavayê Kurdistanê li Şingalê jî neyê.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bûye belayeke mezin li ser serê Şingalê. Berdewam kêşe û pirsgirêkan ji me re derdixin. Tenê di nava 2 rojan de 5 caran balafirên Tirkiyê li Şingalê dane, ew ji ber hebûna PKK li navçeyê, lewma pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve.”

Şeşo wiha got: “Pêwîst e PKK rewşa Şingalê li ber çav bigre û nehêle tişta ku hat serê Rojavayê Kurdistanê bê serê Şingalê jî. Hikûmeta Iraqê jî li hemberî wê pirsê kêmxem e û ti helwesta wê tune ye. Berdewam behsa Şingalê dikin lê dema pirsgirêk mezin dibe hemû xwe jê dûr dikin. Hikûmeta Iraqê di ber wê rewşê de berpirsyar e.”

Ji aliyê xwe ve, Mehma Xelîl ku siyasetmedarekî Şingalê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Şingal bûye meydana hevrikiya siyasî ya PKK û Tirkiyê. Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve. Ji ber ku Şingal bi xwe rastî jenosîdekê hatiye û qurbaniyeke mezin daye, êdî Şingal nikare tehemila şerekî din bike.”

Xelîl wiha got: “Pêwîst e herdû alî dûr ji Şingalê lihev bikin û Şingalê nekin meydana şerê xwe. Bila ew şer bidawî were û taybetmendiya Şingalê li ber çav bê girtin.”