Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 27 JAN 2020 19:03 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Fermandarê Hevpeymanan: Em pêbend in bi piştevaniya Herêma Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Robert White kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew pêbend in bi piştevaniya Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, guftûgo li ser rewşa Iraqî û navçeyê hate kirin.

Şanda mêvan pesnê qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da û tekezî li pabenbûna Amerîka bo piştevanîkirina li Herêma Kurdistanê û bi taybet hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna serîhildana DAIŞê de kir, ku li çend navçeyên Iraqê hewla xwerêkxistin dike û gefeke cidî li ser xelkê ye




Nûçeyên din

Parlemanterên Almanya: Emê berdewam bin li ser alîkariya Kurdistanê

MONDAY, 27 JANUARY 2020 18:01:09

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li endamên Perlemana Almanyayê j Partiya Kirîstiyanî (CDU) Markus Grûpel û Jurgen Hardt kir û spasiya Almanya ji bo piştevaniya li hêzên Pêşmerge kir.

 
Serok Barzanî ligel frakisyonên PDK û Xristiyanan behsa xizmeta xelkê Kurdistanê kir

MONDAY, 27 JANUARY 2020 18:01:58

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Fraksiyonên PDK û pêkhatên Kildan, Siryan û Aşûr yên di Encûmenên Parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê de, civiya

Mesrûr Barzanî: Piştgiriya Hevpeymanan hêj giring e ji ber ku DAIŞ hêj metirsîdar e

MONDAY, 27 JANUARY 2020 18:01:27

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Parlemantoya Almanyayê kir, ku ji herdu palemanter Markus Grûpel û Jurgen Hardt pêk dihat.

 
Nêçîrvan Barzanî: Mixabin hêj gelek kar maye ji bo ku jenosayd li cîhanê dubare nebin

MONDAY, 27 JANUARY 2020 17:01:13

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera komkujkirina Cihûyan de ku wek Holokost (Holocaust) tê naskirin, ragihand: “Mixabin hêj gelek kar maye bihê kirin ji bo ku jenosayd li cîhanê dubare nebin.”

 
Mesrûr Barzanî serperiştiya pêngavên çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dike

SUNDAY, 26 JANUARY 2020 19:01:07

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Qubad Talebanî Cêgirê Serokwezîrê Kurdistanê serperiştiya civîneke taybet bi çaksaziya Wezareta Pêşmerge kir.

 


 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP