Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarê Hevpeymanan: Em pêbend in bi piştevaniya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Robert White kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew pêbend in bi piştevaniya Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, guftûgo li ser rewşa Iraqî û navçeyê hate kirin.

Şanda mêvan pesnê qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da û tekezî li pabenbûna Amerîka bo piştevanîkirina li Herêma Kurdistanê û bi taybet hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna serîhildana DAIŞê de kir, ku li çend navçeyên Iraqê hewla xwerêkxistin dike û gefeke cidî li ser xelkê ye