Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 6 JUN 2020 05:29 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Encûmena Asayişê dike ku şerê li ser Rojava rawestîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew ji bo rawestandina şer û naveynkariyê amade û di nava hewldanan de ne. Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî jî dike, ji bo rawestnadina şer û aştiyê rola xwe bilîzin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

“Her ji destpêkê ve em ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û bi dilgiranî û nîgeranî ve operasyonên serbazî yên Rojhilatê Firatê li Sûriyê dişopînin, bi taybet ku komên tundrew ên opozisyona Sûriyê têde beşdar in. Şer, derî li kuştin û derbiderî û awarebûna xelkê sivîl û çêbûna bê îstiqrariyê li tevahiya navçeyê vedike û gef û metirsiya dubare derketina terorê jî ciddîtir û mezintir dike.

Em, ku me li Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek qurbanî dane ji bo têkbirina terorê û me gelek êşên şer dîtine, gelek bi dilgiranî û hestyarî li alozbûna rewşê û têkçûna asayişê û nemana îstiqrarê mêze dikin, ku dibe sedema encamên çaverênekirî û metirsîdar bo navçeyê û cîhanê, lewma bo rawestandina şer û ji bo bidestxistina aramiyê, em di hewldanên berdewam de ne û ji bo hemû navbeynkarî û alîkariyekê amade ne.

Şer û pevçûn tenê alozî, girjî û metirisyê li navçeyê zêde dike, deskeftên têkbirina DAIŞê ji nav dibe û di berjewendiya ti aliyekê de nîne, lewma em daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişê dikin, ku çareserekî dadperwerane bo pêşeroja Sûriyê bibîne, bi awayekê ku mafê hemû pêkhateyan têde parastî be û bi ciddî rola xwe bo rawestandina şer û dabînkirina îstiqrarê û parastina aştî, diyalog û çareseriya siyasî bilîze û rê neyê dan ku xelkê sivîk derbider û aware bibin.”




Nûçeyên din

Ofîsa Fazil Mîranî: Ew nûçeya ajansa PKKê derew e

THURSDAY, 04 JUNE 2020 15:06:42

Hewlêr-KDP.info- Ofîsa rojnamevanî ya Sekreterê Polîburoya PDKê Fazil Mîranî daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî sersaxiyê li Dr. Elî Qeredaxî kir

WEDNESDAY, 03 JUNE 2020 21:06:49

Êvariya roja çarşem 03.06.2020 Serok Mesûd Barzanî li peywendiyeke telefoniyê de sersaxiyê li Dr. Elî Qeredaxî kir ji bo koça dawî ya Şêx Ebdulhadî Mihyedîn Qeredaxî birayê Dr. Elî Qeredaxî û pirse û hevxemiya xwe pê ragihand.

Hikûmet hûrgiliyên danûstandinan ligel Bexda û pêngavên cîbicîkirina çaksaziyê gotûbêj kir

WEDNESDAY, 03 JUNE 2020 18:06:25

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 3/6/2020 Civata Wezêrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî Serokê Civata Wezîran û Qubad Talebanî cêgirê serokê Civatê civiya û di wê civînê de derbarê hûrgiliyên danûstandinan ligel Bexda û pêngavên cîbicîkirina yasaya çaksaziyê gotûbêj hatin kirin.

 
PDK pîrozbahî li Komela Îslamî ya Kurdistanê kir

TUESDAY, 02 JUNE 2020 17:06:44

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi boneya 19yemîn salvegera damezrandina Komela Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji Komela Îslamî ya Kurdistanê re şand.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

TUESDAY, 02 JUNE 2020 16:06:39

Hewlêr-KDP.info- Îro sêşem 02.06.2020 Serok Mesûd Barzanî li Baregeha xwe ya li Selaheddîn pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Bexda kir.



 
© 2020 Kurdistan Democratic Party, KDP