Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Encûmena Asayişê dike ku şerê li ser Rojava rawestîne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew ji bo rawestandina şer û naveynkariyê amade û di nava hewldanan de ne. Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî jî dike, ji bo rawestnadina şer û aştiyê rola xwe bilîzin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

“Her ji destpêkê ve em ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û bi dilgiranî û nîgeranî ve operasyonên serbazî yên Rojhilatê Firatê li Sûriyê dişopînin, bi taybet ku komên tundrew ên opozisyona Sûriyê têde beşdar in. Şer, derî li kuştin û derbiderî û awarebûna xelkê sivîl û çêbûna bê îstiqrariyê li tevahiya navçeyê vedike û gef û metirsiya dubare derketina terorê jî ciddîtir û mezintir dike.

Em, ku me li Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek qurbanî dane ji bo têkbirina terorê û me gelek êşên şer dîtine, gelek bi dilgiranî û hestyarî li alozbûna rewşê û têkçûna asayişê û nemana îstiqrarê mêze dikin, ku dibe sedema encamên çaverênekirî û metirsîdar bo navçeyê û cîhanê, lewma bo rawestandina şer û ji bo bidestxistina aramiyê, em di hewldanên berdewam de ne û ji bo hemû navbeynkarî û alîkariyekê amade ne.

Şer û pevçûn tenê alozî, girjî û metirisyê li navçeyê zêde dike, deskeftên têkbirina DAIŞê ji nav dibe û di berjewendiya ti aliyekê de nîne, lewma em daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişê dikin, ku çareserekî dadperwerane bo pêşeroja Sûriyê bibîne, bi awayekê ku mafê hemû pêkhateyan têde parastî be û bi ciddî rola xwe bo rawestandina şer û dabînkirina îstiqrarê û parastina aştî, diyalog û çareseriya siyasî bilîze û rê neyê dan ku xelkê sivîk derbider û aware bibin.”