Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 10:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Êzdiyan hat hilbijartin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Di merasimeke olî ya taybet de li Perestgeha Lalişê, Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg, weke Mîrê Nû yê Êzdiyan hate hilbijartin û weke mîr sond xwar.

Îro di merasîmekê de li Perestgeha Lalişê, Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzdî hat diyarkirin û bi fermî weke Mîrê Êzdiyan dest bi karê xwe kir.

Di destpêka merasimê de, Endamên Civata Ruhanî ya Êzdiyan tevî çend zanayên olî yên Êzdiyan li gel berbijêrê mîrîtiyê, Hazim Tehsîn Beg derbasî nav avahiya Perestgeha Lalişê bûn û ketin civînê. Herwiha her di vê civînê de, cilûbergên mîrîtiyê li Hazim Tehsîn Beg hat kirin.

Hazim Tehsîn Beg weke mîrê nû yê Kurdên Êzdî hat diyarkirin û piştî wergirtina wî postî, cihê bavê xwe Mîr Tehsîn Beg girt.

Piştî merasima sondxwarinê, Mîrê Nû yê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand, ku ew dê hemû hewlên xwe bide, ji bo ku xizmeta xelkê Kurdên Êzdî bike û ewê pêwendiyên xwe ligel pêkhateyên din baştir bikin û ewê kar bikin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avedankirinê û xizmeta navçeyên Êzdiyan.

Mîrê Nû yê Êzidiyan herwiha spasiya serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bi taybet Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ku herdem alîkar û piştevanê Kurdên Êzidî bûne.

Mîr Hazim Tehsîn Beg herwiha spasiya Hêzên Pêşmerge û xelkê Herêma Kurdistanê jî kir, ku di demên dijwar de xwedî li Êzdiyan derketine.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact