Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Êzdiyan hat hilbijartin

Hewlêr-KDP.info- Di merasimeke olî ya taybet de li Perestgeha Lalişê, Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg, weke Mîrê Nû yê Êzdiyan hate hilbijartin û weke mîr sond xwar.

Îro di merasîmekê de li Perestgeha Lalişê, Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzdî hat diyarkirin û bi fermî weke Mîrê Êzdiyan dest bi karê xwe kir.

Di destpêka merasimê de, Endamên Civata Ruhanî ya Êzdiyan tevî çend zanayên olî yên Êzdiyan li gel berbijêrê mîrîtiyê, Hazim Tehsîn Beg derbasî nav avahiya Perestgeha Lalişê bûn û ketin civînê. Herwiha her di vê civînê de, cilûbergên mîrîtiyê li Hazim Tehsîn Beg hat kirin.

Hazim Tehsîn Beg weke mîrê nû yê Kurdên Êzdî hat diyarkirin û piştî wergirtina wî postî, cihê bavê xwe Mîr Tehsîn Beg girt.

Piştî merasima sondxwarinê, Mîrê Nû yê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand, ku ew dê hemû hewlên xwe bide, ji bo ku xizmeta xelkê Kurdên Êzdî bike û ewê pêwendiyên xwe ligel pêkhateyên din baştir bikin û ewê kar bikin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avedankirinê û xizmeta navçeyên Êzdiyan.

Mîrê Nû yê Êzidiyan herwiha spasiya serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bi taybet Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ku herdem alîkar û piştevanê Kurdên Êzidî bûne.

Mîr Hazim Tehsîn Beg herwiha spasiya Hêzên Pêşmerge û xelkê Herêma Kurdistanê jî kir, ku di demên dijwar de xwedî li Êzdiyan derketine.