Hewlêr-KDP.info: Şeva derbasbûyî, dûşema 16.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Ebas Eraqçî Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.
Di vê peywendiyê de pêşhatên dawî ya operasyon û rûbirûbûna serbaziya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîlê guftûgo kirin û di derbarê bandor û encamên wê yên li ser navçeyê de, danustandina bîr û ramanan kirin. Her du alî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û dûrxistina navçeyê ji aloziyên zêdetir hevdeng bûn, ji bo vê mebestê jî tekez li ser wê yekê kirin ku civaka navdewletî rola xwe ya ji bo rawestandina kirdarên serbazî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan de bibîne. Li beşeke dinê peywendiyê da, her du alî balkişandin li ser peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê û li vî derbarî de rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê, pêdagiriya Herêmê bi peymanê re, dûpat kir. Metirsiya sedemên zêdetir pêşxistina pêşhatan û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê vê peywendiya telefoniyê bûn.
Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 30 ê tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Husên Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê kir.
Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 29ê tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.
Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) , Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê UNAMIyê Mihemed Hesan kir.
Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotarek da ku îro dûşem 28.07.2025 li Hewlêrê li çalakiyeke rêxistina Yezda ya Êzdî û rêxistina German Cooperation ya Almanî da ji bo bîranîna yanzdeh saliya jenosayda Êzdiyan de hate pêşkêş kirin, ji bilî wê yekê rewşa Êzdiyan xisterû, tekez li ser pêdagiriya pêşkêş kirina hemû piştevanî û piştgîriyeke ji bo Êzdiyan û parastina mafên wan kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.