Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 20 APR 2026 03:37 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li biryara Parlametoya Almanyayê ya nasandina jenosîda Êzdiyan dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara parlamentoya Almanyayê ya nasandina komkujiya li dijî Kurdên Êzîdî weke jenosîd û dibêje: “Hêvîdar im heman pêngavê li welatên din ên Ewropa û cîhanî bibînin.”

Parlamentoya Almanyayê Îro Pêncşema 19.1.2023 di civîneke taybet de deng li ser komkujiya li dijî Kurdên Êzîdî da ku weke jenosîd bê naskirin da û bi piraniyan dengan parlamentoya komkujiya Kurdên Êzîdî wek jenosîd nas kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li vê biryara parlamentoya Almanyayê kir û got: “Em pêşwaziyê li vê biryara Parlamentoya Almanyayê ya ku komkujiyên li dijî Êzdiyan weke jenosîd qebûl kir. Em spasiya Almanyayê dikin ji bo piştgirî û hevkariya wê ya berdewam. Em hêvîdar in ku ev gav li Ewropa û welatên din ên cîhanê bê avêtin û edalet ji bo mexdûran pêk were.”

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Erdoğan civiyan

SATURDAY, 18 APRIL 2026 23:04:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Şemî 18/04/2026, her di berdewamiya bernameya xwe de li Foruma Dîplomasiya Antalyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serokomarê Tirkiyeyê re civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê tekezê li aştiyê dikin

SATURDAY, 18 APRIL 2026 18:04:50

Hewlêr-KDP.info : Îro Şemî 18/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Yaşar Güler, wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê re civiya.

Mesrûr Barzanî: Em êrişên li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

SATURDAY, 18 APRIL 2026 18:04:30

Hewlêr-KDP.info : îro 18ê Nîsanê ، Serokwezîr Mesrûr Barzanî,derbarê êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û tê got: "Em êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundtirîn şêwe şermezar dikin ku her çend em ne aliyekî wî şerî bûn jî, lê belê êrîş di nava çend rojên borî de her berdewam bûn. "

Serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê wezîrê derve yê Îranê civiyan

FRIDAY, 17 APRIL 2026 20:04:36

Hewlêr-KDP.info : Piştînîvroya îro Înê 17/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de li Antalyayê bi birêz Seîd Xetîbzade, cîgirê wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê re, rewşa navçeyê û encamên şer gotûbêj kirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û serokê Sûriyê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

FRIDAY, 17 APRIL 2026 20:04:13

Hewlêr-KDP.info : Nîvroya îro Înê 17/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya beşdariya xwe ya di Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Ehmed El-Şara, Serokê Komara Erebî ya Sûriyê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact