Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 14 JUL 2026 12:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyamek ji Serok Barzanî
| KDP.info


Hewlêr-KDP: Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.

Naveroka Peyama Serok Barzanî :

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi tundî wê êrîşa ku berbanga îro bi mûşekên Îranî li ser baregehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate kirin, şermezar dikim. Mixabin, di encamê de çend Pêşmergeyên leheng şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Sersaxî û hevxemiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdên wê êrîşa neheq dikim û xwe hevbeşê xemên wan dizanim û hêviya şifa û başbûneke lezgîn ji bo birîndaran dixwazim.

Ew êrîşeke dijminane ye û ti hincetekê nagire. Ji bo çendemîn car e ku ev cure êrîş bêyî guhdana prensîbên cîrantiya baş û qanûna navdewletî li hember Herêma Kurdistanê tên kirin. Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê nebûye beşek ji vî şerê niha yê li herêmê û tu demekê gef li ser cîranan nebûye.

Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn sermayeya gelê me ye.

Mesûd Barzanî
24ê Adara 2026




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya Şîna Mîrê berê yê Qeterê kir

MONDAY, 13 JULY 2026 21:07:00

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvroya îro duşem 13.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li gel hejmarek ji serkirde û berpirsên bilind ên welatên herêmê û cîhanê li Dohaya paytexta Qeterê, beşdariya rêwresma şîna Şêx Hemed Bin Xelîfe Al Sanî, Mîrê berê yê dewleta Qeterê kir û ji aliyê rêzdar Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, Mîrê Dewleta Qeterê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de dike

SUNDAY, 12 JULY 2026 22:07:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Yekşem 12.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi armanca beşdarbûna di civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de, li ser vexwendina wê hevpeymaniyê ber bi Bexdaya paytext ve bi rê dikeve.

Serokê Herêma Kurdistanê bilindtirîn madalyaya Îtalyayê werdigire

THURSDAY, 09 JULY 2026 10:07:52

Hewlêr-KDP.info : Êvara îro Çarşemê 08/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de li Hewlêrê, madalyaya rêzlênanê ya Serokkomarê Îtalyayê pê hate bexşîn. Ev madalya "Stêrka Îtalyayê" ya di pileya "Sûwarê Xaçê Mezin" de ye û yekem car e li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê tê bexşîn.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê dike

TUESDAY, 07 JULY 2026 16:07:25

Hewlêr-KDP.info : Piştî nîvroya îro Sêşemê 07.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li cenabê Mar Pawlosê Sêyem Nona, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya merasîma malavayîkirina Rêberê Berê yê Îranê kir

FRIDAY, 03 JULY 2026 20:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, tevî hejmareke berçav ji serkirde û berpirsên pilebilind ên welatên herêmê û cîhanê, li Tehranê beşdariya merasîma fermî ya malavayîkirina Rêberê Bilind ê Berê yê Komara Îslamî ya Îranê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact