Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li biryara Parlametoya Almanyayê ya nasandina jenosîda Êzdiyan dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara parlamentoya Almanyayê ya nasandina komkujiya li dijî Kurdên Êzîdî weke jenosîd û dibêje: “Hêvîdar im heman pêngavê li welatên din ên Ewropa û cîhanî bibînin.”

Parlamentoya Almanyayê Îro Pêncşema 19.1.2023 di civîneke taybet de deng li ser komkujiya li dijî Kurdên Êzîdî da ku weke jenosîd bê naskirin da û bi piraniyan dengan parlamentoya komkujiya Kurdên Êzîdî wek jenosîd nas kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li vê biryara parlamentoya Almanyayê kir û got: “Em pêşwaziyê li vê biryara Parlamentoya Almanyayê ya ku komkujiyên li dijî Êzdiyan weke jenosîd qebûl kir. Em spasiya Almanyayê dikin ji bo piştgirî û hevkariya wê ya berdewam. Em hêvîdar in ku ev gav li Ewropa û welatên din ên cîhanê bê avêtin û edalet ji bo mexdûran pêk were.”