Hewlêr-KDP.info- Di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, li Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan û bê lihevkirinê yasa derdikevin, ku ew yasa li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ne, eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe. Niha danûstandin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî nêta çareseriyê li cem wan heye. Nabe Kurdistan were piştguhkirin û ji zemanê Melîk Mehmûd û Barzaniyê nemir ve ev yek nehatiye qebûlkirin û niha jî nayê qebûlkirin.
Sefîn Dizeyî ragihand: “Ew bingeha ku Iraqa nû di navbera siyasetmedarên Iraqê de hatibû danîn, ket nava Destûrê Iraqê. Lê mixabin niha siyasetmedarên Iraqê destûr cîbicî nakin û destûr tê binpêkirin. Eger destûr were cîbicîkirin ev pirsgirêkên ku niha li Iraqê hene, çênabin.”
Dizeyî wiha got: “Li Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan û bê lihevkirinê yasa derdikevin, ku ew yasa li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ne, eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe. Niha danûstandin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî nêta çareseriyê li cem wan heye. Nabe Kurdistan were piştguhkirin û ji zemanê Melîk Mehmûd û Barzaniyê nemir ve ev yek nehatiye qebûlkirin û niha jî nayê qebûlkirin.”
Sefîn Dizeyî wiha domand: “Mixabin şandên me diçin Bexdayê û ligel Hikûmeta Iraqê lihev dikin, lê hêzek li wir heye ku nahêle ew lihevkirin û rêkeftin werin cîbicîkirin. Divê Kurdistan ne wek parêzgeheke Iraqê be, ji ber ku Kurdistan xwedî destûr û dezgehên xwe ye.
Dizeyî ragihand: “%50 ji wîstgehên karebeyê yên Kurdistanê bi gaza sirûştî kar dikin, lê ji niha û heya salekê yan 2 salan dê %100 wîstgehên Kurdistanê bi gaza sirûştî kar bikin û gaza ku zêde jî bimîne e dikarin bifroşin. Divê em bi dahata petorlê sektorên geştûguzariyê û tendirûyê û pîşesaziyê.”
Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemî, 15ê Îlonê 2025, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên Aşûrî yên ku li Amerîkayê niştecih in kir ku bi serokatiya birêz Sam Dermo, Serokê Saziya Aşûriyan ji bo Edaletê.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û got:" Şoreşa Îlonê bû nasname û bingeha bîra neteweyî û niştimanî û ji bo vejîn û têkoşînê ruhekî nû da ber Kurdistaniyan."
Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê û pêwîstiya parastina nirxên wê yên wekî yekrêzî û tebayiyê kir ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyamek belav kir û tê de tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê kir. Serok Barzanî diyar kir ku Şoreşa Îlonê rûpeleke zêrîn di dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de ye.
Hewlêr-KDP.info:: îro, Çarşem, 10/09/2025, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Saîd El-Hacirî, Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybetî yê Îmaratê ji bo Karûbarên Aborî ya li Herêma Kurdistanê û şandeke pê re kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.