Hewlêr-KDP.info- Di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, li Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan û bê lihevkirinê yasa derdikevin, ku ew yasa li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ne, eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe. Niha danûstandin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî nêta çareseriyê li cem wan heye. Nabe Kurdistan were piştguhkirin û ji zemanê Melîk Mehmûd û Barzaniyê nemir ve ev yek nehatiye qebûlkirin û niha jî nayê qebûlkirin.

Sefîn Dizeyî ragihand: “Ew bingeha ku Iraqa nû di navbera siyasetmedarên Iraqê de hatibû danîn, ket nava Destûrê Iraqê. Lê mixabin niha siyasetmedarên Iraqê destûr cîbicî nakin û destûr tê binpêkirin. Eger destûr were cîbicîkirin ev pirsgirêkên ku niha li Iraqê hene, çênabin.”

Dizeyî wiha got: “Li Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan û bê lihevkirinê yasa derdikevin, ku ew yasa li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ne, eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe. Niha danûstandin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî nêta çareseriyê li cem wan heye. Nabe Kurdistan were piştguhkirin û ji zemanê Melîk Mehmûd û Barzaniyê nemir ve ev yek nehatiye qebûlkirin û niha jî nayê qebûlkirin.”

Sefîn Dizeyî wiha domand: “Mixabin şandên me diçin Bexdayê û ligel Hikûmeta Iraqê lihev dikin, lê hêzek li wir heye ku nahêle ew lihevkirin û rêkeftin werin cîbicîkirin. Divê Kurdistan ne wek parêzgeheke Iraqê be, ji ber ku Kurdistan xwedî destûr û dezgehên xwe ye.

Dizeyî ragihand: “%50 ji wîstgehên karebeyê yên Kurdistanê bi gaza sirûştî kar dikin, lê ji niha û heya salekê yan 2 salan dê %100 wîstgehên Kurdistanê bi gaza sirûştî kar bikin û gaza ku zêde jî bimîne e dikarin bifroşin. Divê em bi dahata petorlê sektorên geştûguzariyê û tendirûyê û pîşesaziyê.”