Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 25 JAN 2026 00:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bi serokatiya Barzanî serkevtina partî di helbijartinan da misogere
| Blackanthem Military News


Rojnama Evro/ Behaedîn Kaya parêzerê kurd li Amedê ragehand ku parçên dî yên Kurdistanê jî bi giringiyeka mezin berê xwe didene helbijartinên herêma Kurdistanê û bi taybet kurdên bakurê Kurdistanê behsê dîmokirasiyê li herêma Kurdistanê dikin û ragehandin ku bi saya xwîna şehîdan û siyaseta hekîmane ya serokê herêma Kurdistanê astê dîmokirasiya li herêma Kurdistanê ji welatên rojihelata navîn, Turkiya û rojihelatê uropa baştir bûye.


Navihatî herwesa diyar kir wî çendîn caran seredana herêma Kurdistanê kirî ye û û got: (rêzdar Mesud Barzanî serokê herêma Kurdistanê hem bo başurê Kurdistanê (herêma Kurdistanê) û hem jî bo pişkên dî yên Kurdistanê şansekî mezine û pêdivî ye part û aliyên siyasî yên kurd guh bidene şîret û pêşiniyaz û rênimayên serok Barzanî û her dem ji siyaseta hekîmaneya wî mifayê werbigirin).


Li ser helbijartinên perlemanê Kurdistanê jî parêzerê kurd li bakurê Kurdistanê diyar kir ku li dûv zaniyariyên min bi rengekî gelek dîmokirasiyane pirosêsa helbijartinan birêve diçît û ew yek cihê serbilindiya hemû kurdane û nîşana astê dîmokirasiya Kurdistanêye û got: (ez jî wek her kurdekî nîştîman perwer dibêjim ku parta dîmokirata Kurdistanê bi serokatiya rêzdar Mesud Barzanî hêjayî serkevtineka mezine û wesa xweyaye jî ku dê PDK serkevtineka mezin tomar bike, ji ber ku kurd dengê xwe didene xebata dîrokî, astê karên xizmetguzariyê, êmnahiyê, rewşa abûrî û xizmetên nîştîman perweriyê û di wan hemû biyavan da PDK û hikûmeta nêçîrvan Barzanî serkevtinên mezin tomar kirine û ez bawerim dê serkevtinên mezintir jî tomar bikin û deverên veqetiyay vegerîne ser sinorê herêma Kurdistanê).


Behadîn kaya di dûmahiya axavtina xwe da behsê rewşa rojavayê Kurdistanê kir û ragehand ku di qonaxa niha da rewşeka hestiyar li rojavayê Kurdistanê heye û got: (daxwaz ji serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê dikem ku berdewam harîkariya kurdên rojava bikin û ewa ku heta niha hatî ye kirin bo her kurdekî dilsoz cihê şanazyê ye).




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li namzedbûna Nûrî Malîkî bo postê Serokwezîrê Iraqê kir

SATURDAY, 24 JANUARY 2026 23:01:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî pêşwazî li biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina Nûrî Malikî wekî namzedê Serokwezîrê Iraqê dike.

 
Serok Barzanî digel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 21:01:58

Îtalya-KDP.info: Di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de, roja pêncşemê 22.01.2026an li bajarê Romayê, Serok Mesûd Barzanî digel rêzdar Guido Crosetto Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Digel Rêzdar Mezlûm Ebdî Civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 19:01:07

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li rêzdar Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şandekî pê re kir.

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Mîrê Qeterê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 23:01:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja Çarşemiyê, 21.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Şêx Temîm bin Hemad Mîrê Qeterê de peywendiyeke telefonî hate kirin.

Naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 19:01:29

Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 21.01.2026an, di çarçoveya serdana xwe ya Vatîkanê de, bi birêz Pietro Parolinî, Serokwezîrê Vatîkanê re civiya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact