Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 04:49 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Beşar Muşîr axa: Dê kar kin ku delîvên karî bo hemû genican bihêne dabînkirin
| KDP.info


Rojnama Evro/ Kandîdê jimare 53 beşar Muşîr Axa ji lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê, li qeza Berdereş, bernamê xwe yê helbijartinan diyar dike û soz da digel baweriya welatiyan be û çendîn xizmeta bigehînte qeza Berdereş û got "Her demê min şerefa endametiya perlemanê Kurdistanê wergirt bi anehiya xudê xala here serekiya karî li ser dikem dê xizmeta zaro û kes û karên serbilindên şehîda bît, ew şehîdên evroke bo me dirustkirî, xwîn û ruha xwe kirî ye qurbanî pêxemet azadî û rizgarikirin ji bin destiyê evca dibînim di her karekî da divêt xwîna şehîdên Kurdistanê jibîr nekin, dîsan dê kar kin ku keritên tendirustî û perwerdê ber bi pêşve bibin ku nekêmtir bin ji welatên derdur û xizmeta here pêdivî û baş bo xelkê Kurdistanê bihête kirin ".


Beşar Muşîr Axa got jî "Qeza Berdereş pêdivî bi zêdetir xizmetên çandinê ye û sozê didem kar bikem bo pêşvebirina keritê çandinê û înana kompaniyên biyanî û mifa wergirtin ji ezmûn û şarezaya wan di her biyavekî da, dê kar kin pirojên stiratîjî yên çandinê li deverê bidanîn ku xelkê Kurdistanê bi giştî mifay ji vê devera çandinê werbigirît û xelkê Berdereş bi taybet, pêşvebirina peywendiyên civakî xala here giringe bo pêşvebirina her welatekî û sozê didem vî biyavê here giring ber bi pêş bibeyin û pitir kar bikin ku peywendî di navbera ul û neteweên di nava Kurdistanê da dijîn pitir bihêz bêxin û pitir giyanê birayetî û pêk vejiyanê xurt bikin li Kurdistanê bi giştî û li devera Berdereş bi taybetî, bi dîtina min Berdereş Kurdistaneka biçûke û hemû ayin û şîretan bi xweve digirît û salane konfransê pêk vejiyanê pêxemet bihêzkirina xalên birayetî û pêk vejiyanê û rizgirtina yek du lê dihête sazkirin, lewra dê bizavê kin ku ev konfranse pitir rolê xwe bigêre û pitir deng vedan peyda bibe ".


Herwesa kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê derbarey genican got: "Dê karikin delîvên karî bo hemû genican bibînîn û hemû kar bikin û bi mûçe bikevin, daxwazê dikim hemû genc bi rêjeyeka here baş pişkdariyê di helbijartinan da bikin û mifay ji vê ezmûna nuke werbigirin, dîsan dê kar kin rê û piran li hemû dever û gundên Kurdistanê bihête çêkirin û taybet qeza Berdereş û heta niha gelek gundan rê neçûnê sozê didim ya dişiyan dabe xizmetê bikim û devera xwe pêş bêxîn, çunke xelk ber bi zêdebûnê ye û li dûv vê zêdebûnê xelkî pêdivî bi pitir xizmetkirinê heye




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact