Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 13 DEC 2025 17:05 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Vekirina vê zanîngehê, dê bandoreke wê ya mezin li ser bilindkirina asta xwendina bilind li Herêma Kurdistanê hebe. "Di heman demê de, dê jîngeheke guncaytir ji bo pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di warên çandî, zanistî û aborî de veke.”

Da zanîn jî: “Welatê me di warê çavkaniyên mirovî de dewlemend e û civakeke me ya ciwan heye, ji ber vê yekê divê em veberhênan di ciwanên xwe de bikin û wan bigihînin, da ku bi bandortir beşdarî avakirina pêşerojeke geş bo welatê me bibin.”

Diyar kir jî: “Yek ji rêyên veberhênana li ser ciwanan û şiyanên wan, pêgehandina wan di warê zanistî û akademî de ye, ji ber vê yekê bi vekirina her zanîngeheke astbilind re, hêviya me

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê li Hewlêrê, bandor û beşdariya wê di warê pêgehandina pispor û şarezayan de diyar dibe. Em ê rol û pêgeha derçûyên vê zanîngehê di proseya geşbûn û geşepêdana welat de bibînin.”

Amaje bi wê jî kir, “Ji dema destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, min hest bi kêmasiyan kiriye ku di gelek waran de lêkolîn, agahî û daneyên rast li ber dest nînin, ji ber vê yekê di paşerojê de divê zanîngehên me bi me re hevkariyê bikin û bingehê hevkariya hevbeş bi zanîngehên biyanî û navendên zanistî yên pêşketî re deynin ku lêkolînên hevbeş di warên curbicur ên pêwîst de wek çandinî, pîşesazî, aborî, av, jîngeh û keşûhewayê bikin. Zanîngehên Brîtanyayê di vî warî de xwedî ezmûnên gelek baş in û ev zanîngeh dikare bibe pirek baştir ji bo pêşdebirina di van waran de.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya (Hereketa Edil û Îhsan) a Iraqê kir

THURSDAY, 11 DECEMBER 2025 20:12:53

Hewlêr-KDP.info: Roja pêncşemiyê 11ê Kanûna Yekem 2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Îsmaîl El-Ezawî, Serokê Partiya (Hereketa Edil û Îhsan) a Iraqê û şandeke pê re kir.

 
Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Serokê Partiya Neynewa Lilahliha kir

THURSDAY, 11 DECEMBER 2025 17:12:30

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 11ê Kanûna Yekem a 2025ê li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Abdullah Hemîdî Ecîl El-Yawer Serokê Partiya Neynewa Lilahliha (Neynewa ji bo Xelkê Wê) û şandeke pê re kir.

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Afretên Kurdistanê roleke girîng di geşbûna xebat û qurbanîdanê de hebûye

THURSDAY, 11 DECEMBER 2025 15:12:41


Hewlêr-KDP.info: îro 11ê Berçileyê, Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî , peyameke pîrozbahiyê arasteyî Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriyetê û hemû endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

‏Peyama Serok Barzanî Bi Boneya 73 Salvegera Damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê

THURSDAY, 11 DECEMBER 2025 11:12:15

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, ev rêxistin bi têkoşîna xwe ya berdewam, kariye dengê Afretên Kurdistanê bigihîne cihê mebestê.

Serok Barzanî Pêşwaziya Konsulê Giştî Yê Nû Yê Macarîstanê Li Hewlêrê Kir

WEDNESDAY, 10 DECEMBER 2025 20:12:52

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemiyê, 10ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Grigye Tivadar Takacs, Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê li Herêma Kurdistanê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact