Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 23:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Balyozê Yekîtiya Ewropayê: Me bang li Hikûmeta Iraqê kir ku çareseriyeke bingehîn ji rewşa Şingalê re bibîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî Hikûmeta Iraqê kir ku, dawî li nebûna aramiyê li deverê bînin û çareseriyeke bingehîn ji bo Şingalê bibînin.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Zeiler îro 3ê Tebaxê bi boneya 10 saliya jenosîda Êzdiyan got: “Di van salên dawî de xizmetên pêwîst, wek elektirîk, perwerde û xizmetên din ji Êzdiyan re nehatine kirin.”

Zeiler got jî: “Hinek ji Êzdiyan vegeriyane Şingalê, lê em hemû dizanin ku rewşa Şingalê bi tevahî ne aram e, ji bo kesên vegeriyane hest bi azadî û mafên xwe bikin.”

Herwiha got: ‘’Yekîtiya Ewropayê daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike ku çareseriyeke bingehîn ji bo Şingalê bibîne û em daxwaz ji hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku dawî li nearamiya deverê bînin. Ez bang li her du hikûmetan û bi taybet hikûmeta Bexdayê dikim ku kar ji bo aramî û avedankirina Şingalê û navçeyên derdora wê bikin.”

Balyozê Yekîtiya Ewropayê got: “Ez hestên erênî li ser hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de dikim, lê mixabin heta niha ew nearamî bi dawî nebûne. Di vî warî de, me bi herdu hikûmetan re hemû hewldanên dîplomatîk kirine. Çareseriyên hatine dîtin çareseriyên demkurt in, pêwîst e çareseriyên demdirêj bên kirin û rê bidin koçberên Şingalê û hemû şêniyê deverê vegerin.”




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact